COSMO Kurdî

COSMO Kurdî

COSMO Kurdî, deng û rengê Kurdên Almanya’yê ye. Nûçe û nirxandinên ser mijarên ji Almanya û ji her çar perçeyên Kurdistan’ê, bi beşdariya pispor û mêvanên din di bernameya me de ne.

Wir sind deine vielfältige, kurdische Stimme in Deutschland. Objektive Berichterstattung aus deutsch-kurdischer Perspektive über kurdisches Leben in Deutschland sind bei uns.
00:00
00:00

Jakson tiivistelmä

Du sal piştî hilbijartinan parlamentoya Kurdistan'ê di 4'ê mehê de kom bû. Herçend Yekîtî kombûn boykot kir jî, PDK'ê dikarî bi transferan pirraniya hewce bi dest bixe. Serokê Yekîtî Bafil Talabanî gef li Hewlêrê xwar, ku heger bê wan hikûmetek were ava kirin ewê li Silêmanî jî heman tiştî bikin. Gelo emê vegerin salên 90'î? Gelo xetera pevçûneke çekdarî heye? Sedemên vê nakokiyê çi ne. Ji malpera Amargi, rojnameger Rênwar Najm dibersivîne.

Jaksot

518-

Gelo Başûr dîsa dibe du beş?

Du sal piştî hilbijartinan parlamentoya Kurdistan'ê di 4'ê mehê de kom bû. Herçend Yekîtî kombûn boykot kir jî, PDK'ê dikarî bi transferan pirraniya hewce bi dest bixe. Serokê Yekîtî Bafil Talabanî gef li Hewlêrê xwar, ku heger bê wan hikûmetek were ava kirin ewê li Silêmanî jî heman tiştî bikin. Gelo emê vegerin salên 90'î? Gelo xetera pevçûneke çekdarî heye? Sedemên vê nakokiyê çi ne. Ji malpera Amargi, rojnameger Rênwar Najm dibersivîne.

13 marrask. 2026
517-

Xwepêşandanên Gen Z

Piştî ku xwepêşandanên li Fransayê hatin lidarxistin, koma bi navê "Gen Z Regelt" banga xwepêşandanan li 34 bajarên Almanyayê kir. Xwepêşandêr daxwaza başkirina perwerdeyê, kêmkirina lêçûnên jiyanê û têkoşîna li dijî leşkeriya mecbûrî dikin.

06 marrask. 2026
516-

Mêvantiya 65 salan

65 sal berê, di 30'ê Cotmeha 1961'ê de di navbera Almanya Rojava û Tirkiye'yê de peymana îstixdamê hat îmze kirin. Dora milyonek kes wekî karkerên mêvan hatin Almanya'yê. Em jî bi boneya 65'emîn a vê peymanê li ser wan Kurdan hûr dibin, ku wekî karkerên mêvan hatine Almanya'yê. Yek ji wan Hecî Latîf e, ku di 1967'an de ji Serhed'ê, ji bajarê Erziromê hatiye Almanya'yê. Hecî ji me re behsa serpêhatiya xwe ya dora 60 salan dike.

30 lokak. 2026
515-

Betalkirina penaberiya xelkê Sûrî

Daîreya Federal a Koçberî û Penaberan a Almanyayê (BAMF), dest bi betalkirina statuya parastinê û mafê penaberiyê yê hejmareke mezin a welatiyên Sûriyeyê kir. Dr. Kamal Sido, berpirsê beşa Rojhilata Navîn a Komeleya Gelên Di Bin Metirsiyê de, rewşa niha ya Sûriyeyê, mafên hindikahiyan û pêvajoya demokratîk a li welêt dinirxîne.

23 lokak. 2026
514-

Li Hisîça'yê çi diqewime?

Ji destpêka meha Cotmehê ve li nav bajarê Hesekê aloziyek heye, ku hin komên Ereban li dij desthilatdariya herêmî radibin û daxwaz dikin, ku hikûmeta Şamê li herêmê serwer be. Xwepêşandan bi lez veguherîn bûyerên şîddetê û êrîşên li dij Kurdan. Rayedar banga aramiyê dikin û xwepêşandan wekî provokasyon bi nav dikin lê belê li cem Kurdan tirs û fikar hene. Rojnameger Roj Mûsa bûyerên vê dawiyê yên li Hesekê û paşxaneya wan şîrove dike.

16 lokak. 2026